NûçeRojhilatanavinSûriye

Şahiya xelkê Helebê piştî azadiya tam a vî bajarî ji destê terorîstan

Piştî azadiya tam a bajarê Helebê ji destê terorîstan, xelkê vî bajarî rijyane nav kolanan û keyfxweşiya xwe dane diyarkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Şeva bihurî piştî ku grûpa axirê ya terorîstan û malbatên wan ji bajarê Helebê li bakûra Sûriyê, ji nav vî bajarî derketin, xelkê vî bajarî derketin nav kolanan û pê tekbîrgotin û selewat kişandinê û belavkirina ezanê ji minarên mizgeftan keyfxweşiya xwe dane diyarkirin.

Li aliyê rojavaya Helebê, karwanên şahiyê ber bi navenda bajêr birê ketin û dengê têtetêta erebeyan û gullên hewayî, hevrê digel şahiya xelkê nav bajêr tijî kiribû.

Qumandihiya giştî ya artêşê û hêzên çekdare Sûriyê li daxûyaniya xwe ya pêncşemêşev ragihand ku bajarê Helebê bi tamî ji destê terorîstan hate derxistin.

Li vê daxûyaniyê hatiye, serketina hêzên eskerî yên Sûriyê li hemberî terorîstan û zivirîna ewlehiyê bo nav bajarê Helebê, serketinekî isteratijîk û alûgorekî girîng li xebata dijî terorîzmê bûye û vê serketinê derbeyekî giran li terorîstan û piştevanên wan xist. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu