Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Dewama êrişên balefirên cengê yên Erebistanê ser Yemenê

Balefirên Erebistana siûdî bajarê Senanê li parzêgeha Senaya Yemenê bombebaran kirin .

Li gorî rapora Seba Newsê, rayedarên yemenî ragihandin ku balefirên siûdî derdora bajarê Senhanê li parzêgeha Senaya Yemenê roja şemiyê bombebaran kirin ku gelek xisar li mal û milkên xelkê ketin.

Êrişa balefirên cengê yên siûdî li roja şemiyê ser cihên curbicur ên Yemenê ji wan Senayê jî dewam kir .

Balefirên Siûdî navça Weled Rebîê ya parzêgeha El-Beyzayê li başûrê Yemenê û Wadî El-Sedê li parzêgeha Senaya paytexta vî welatî bombebaran kirin .

Her wiha yekînên mûşekî yên artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê kirêgirtiyên Erebistanê li başûrê Merebê li navenda Yemenê dan ber êrişa mûşekên xwe .

Tevî êrişa siûdiyan artêş û hêzên gelanî yên Yemenê berxwedana xwe didomînin . (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu