ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtina wezîrê berevaniyê yê Îranê bi fermandên bereya berxwedanê li Sûriyê

Wezîrê berevniyê yê Îranê li hevdîtina bi fermandên bereya berxwedanê li Sûriyê, armanca sereke ya dijminan pêkanîna gef û bêewlehiyê li navçê da zanîn û got: Parastina şiyanên bi desthatî, pêşiya cihhatina armancên dijminan digre.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, emîr sertîp, Emîr Hatemî Wezîrê berevaniyê û piştevaniya ji hêzên  çekdar ên Îranê roja duşemiyê li nava koma  fermandên bereya  berxwedanê li Sûriyê, bal kişand ser komployên dijminan li Sûriyê û kuştina hejmarek ji gelê vî welatî ji aliyê koma terorîstî ya DAIŞê û got : Tişta ku li Iraq û Sûriyê qewimî, li çarçoveya  hin komployna bû ku emerîkiyan ji bo navçê plan darêştibûn.

Wezîrê berevniyê yê Îranê bal kişand ser têkoşîn û xebatên  hêzên sûrî ji bo rawestana li ber cinayetên DAIŞ`ê û destnîşan kir: Berxwedan û têkoşana  artêşê û gelê Sûriyê pêşiya  cihhatina  armancên  kirêt ên  nizama  serdest û hevpeymanên wan li navçê girtiye.

Sertîp Hatemî her wiha bal kişand ser vê yekê ku komployên  dijminan li navçê dê bidome û teqez kir: “Divê ji bo bêencamkirina  van komployan, bereya  berxwedanê amadetiya pêwîst hebe“.

Wezîrê berevaniyê û piştevaniya ji hêzên  çekdar ên Îranê duh yekşemê bi taximeke  eskerî re ji bo sefereke durojî berê xwe dan Sûriyê û bi Beşar Esed serokkomar û Elî Eyûb wezîrê berevaniyê yê Sûriyê  rehevdîtin û gotûbêj  kir.

Başa dön tuşu