NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrîşên Erebistanê li ser Yemenê

Firokeyên bomerêj ên hevpeymaniya destdirêjhkerên ereb bi serkirdayetiya Erebistana Siûdiyê navçeyên cûrbuicûr ên Yemenê dane ber bomban.

Li gorî rapora roja duşemiyê, 20`ê Hezîrana 2016`an, a ajansa nûçeyan a Yemenê nasyar bi SABA`yê, firokeyên bomberêj ên Erebistanê îro anku duşemiyê, tevî binpêkirina agirbesê du caran navçeya Nehemê li parêzgeha Senaya paytexta Yemenê dane ber bomban,.

Firokeyên şêrr ên artêşa siûdiyê her viha tevî firrîna li esmanê parêzgehên Mareb li navenda Yemenê, Cuf û Umran li bakûr, Zemar li rojava û Teêzê li başûrê Yemenê, deverên cûrbicûr dane ber bomban.

Heta niha raporeke piştrastbûyî ji hejmara gorî an ziyanên ji ber van êrîşên hovane nehatiye belavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu