ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrîşên firokeyên şêrr ên siûdiyan li ser Yemenê

Tevî ragihandin aagirbesê li Yemenê firokeyên şêrr ên rêjîma destdirêjker a siûdî hema wisa navçeyên cûrbicûr ên vî welatî didin ber êrîşên xwe.

Li gorî rapora IRIB News`ê, firokeyên şêrr ên rêjîma siûdî êvara îniyê serbazxaneya ewlehiya navendî û kolana Erbeînê li bakûrê bajarê Teêzê li başûrê Yemenê dane ber êrîşan.

Firokeyên şêrr ên Erebistanê her viha kamiyûneke hilgirê xwarekê li “Museles Ahemê“ li parêzgeha Heceya Bakurê Yemenê dane ber êrîşê.

Li ser esasa lihevkirina aliyên şêrr agirbesa li Yemenê biryar bû ji roja pêncşemiyê va dest pê bibe.

Tevgera Ensarullahê û Partiya Kongreya Neteweyiya Yemenê ragiahndin ku wê agirbesê berçav bigirin bi mercê ku aliyê hember jî wê berçav bigire.

Erebistanê ji bîst mehan berî viya va dest bi êrîşa leşkerî li ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî û deryayî û hewayiya vî welatî kir da ku Evderebbeh Mensûr Hadî serokomarê istîfakirî yê Yemenê vegerîne ser desthilatê; Lê destkefta vê destdirêjiyê tiştek ji bilî kuştina zêdetir ji 10 hezar yemeniyan, birîndarkirna bi dehan kesên din her viha awarebûna bi miliyonan yemeniyan û wêrankirina binavahiyên vî welatî nebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu