AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Serçeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li bereya rojavayiya Til Eferê welatiyên Tirkiyê ne

Berdevkê gurdanên Hizbullaha Iraqê got: Serçeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li bereya rojavayiya Til Eferê welatiyên Tirkiyê ne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê, Cefer El Hisênî roja îniyê li hevpeyivîna digel kanala El Meyadînê bi bîr xist: Li gorî agahiyên ku ji çeteyên girtî her viha şopandina amorên wan ên bîsîm hatine bidestxistin, pirraniya serkirdeyên DAIŞ`ê li Til Eferê tirkiyeyî ne.

Cefer El Hisênî her viha got: Ev çete ji çend mehan berî viya va ketin nav bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê û erkdariya wan li nav û derdora vî bajarî bû; Lê dema ku opêrasiyona azadkirina Mûsilê dest pê bû hatin bereya rojavayiya vî bajarî.

El Hisênî navê têrorîstekî bi navê Ebu Îbrahîm bir û her viha got: Ew welatiyê Tirkiyê û serçeteyê koma têrorîst a DAIŞ`ê li bereya rojavayiya Til Eferê ye.

Bajarê Til Eferê ku di sala 2014`an da ji aliyê koma têrorîst a DAIŞ`ê va hatiye dagirkirn li 65 kîlomitirya navenda Mûsilê ye.

Ev bajar baregeha girîng a DAIŞ`ê û riyek ji bo hatûçûna têrorîstan ji Sûriyê bo Mûsilê û berovajî viya ye û alîkariyên locistîkî û leşkerî ji aliyê piştgirên DAIŞ`ê ji vê riyê va ji bo vê koma têrorîst tên şandin.

Hêzên gelanî yên Iraqê roja çarşemiyê firokexaneya leşkerî ya Til Eferê li 9 kîlomitiriya navenda vî bajarî azad kirn û niha li benda fermana êrîşa li ser bajêr in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu