NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên hewayî û topxaneyî yên hevalbendiya seûdî ser navçên sînorî û peravî yên Yemenê

Hevalbendiya destdirêjkirên seûdî li saya bêdengiya civakên navneteweyî bombebarana bajar û gundên sînorî û peravê yên Yemenê didomîne.

 Li gorî rapora kanala nûçan a El-Mesîrê, destdirêjkirên siûdî roja îniyê gundên bi nifûs li bajarê sînorî yên Razehê dan ber êrişên mûşekî û topxaneyî. 

 Çavkaniyeke xwecihî li bajarê Dorpêçbûyî yê Derhîmiyê, parêzgeha Hudeydê li rojava Yemenê  jî got ku hêzên hevalbendiya Seûdî ev bajêra dan ber êrişên  topxaneyî. 

Rêxistina pizîşkên bêyî sînor jî li bara xisardîtina nexweşxana  bin kontrola xwe li bajarê peravê ya El-Mexayê ya parêzgeha  Teêzê agahî da û raghand u dermanxaneya nexweşxanê tam di êgir de şewitiye û ji nav çûye. 

 Rêxistina pizîşkên bêyî sînor bi raghandina vê yekê ku xebata pizîşkiyê li nexweşxana bajarê Mexayê hatiye rawestandin û got: Hin endamên tîma pizîşkiyê ya vê nexweşxanê dê bên guhestin bo bajarê Edenê. 

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

Başa dön tuşu