NûçeRojhilatanavin

Dewama êrişên hewayî yên Amerîkayê ser Efxanistanê

Li dewama êrişên hewayî yên Amerîkayê ser Efxanistanê, hejmarek hatin kuştin.

Rayuedarên Efxanistanê roja sêşemiyê ragihandin ku di encama êrişên balafirên bê firokevan ên amerîkî ser navçeya Arçî ya li wilayeta Qundûzê de, 20 kes hatin kuştin. Herwiha du trombîl jî di encama êrişa hewayî ya Amerîkayê li Qundûzê de, teqiyan.

Midehekê beriya niha, medya Efxansitanê ji zarê çekdarên amerîkî ragihandin ku asta êrişên balafirên bê firokevan di sala 2015`an de li gorî êrişên din ên balafirên cengî li Efxanistanê, zêde bûye û sedî 56`ê êrişên di vî salî de ji aliyê balafirên bê firokevan ên amerîkî ve cih hatine. Di vê raporê de hejmara kesên sivîl ên efxan ku di encama êrişên balafirên bê firokevan ên Amerîkayê de, hatine kuştin, nehatiye ragihandin lê berî niha, nivîsgeha nûneratiya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Efxanistanê, bi weşandina raporekê aşkera kir di encama her çar êrişên hewayî yên Amerîkayê de, di sala 2015`an de, kesekî sivîl ê efxan hatiye kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu