NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên hewayî yên Erebistanê ser deverên curbicur ên Yemenê

Di encama êrişên balafirên cengê yên Erebistanê ser çend parêzgehên Yemenê da, hejmarek welatîyên yemenî hatin kuştinê û birîndar bûn û hin binavahiyên aborî û pêşeyî jî kavil bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Yemenê (SABA), di encama êrişên Erebistanê ser deverên Zebab û Tawî li parêzgeha Teizê li başûra Yemenê da, 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Tê gotin rewşa hin birîndaran xedar e.

2 kes jî di encama êrişên balafirên cengê ser parêzgeha Marebê da hatin kuştinê.

Balafirên cengê yên Erebistanê herwiha êrişî deverên Nuhum û Seifanê li parêzgeha Senayê kirin ku di encamê da şebekeya telekomê ya parêzgeha Zaliê tam kavil bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu