NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstan xwe teslîmê artêşa Sûriyê kirin

Bi dehan terorîstan li beşên rojhilata Helebya bakûra Sûriyê xwe teslîmî hêzên artêşa Sûriyê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçeya ya Sûriyê (SANA) bi dehan terorîst duh li nehiyên rojhilata bajarê Helebê ku ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê dorpêç bûne bi radestkirina sîlahên xwe bo artêşa Sûriyê, xwe teslîmê vê artêşê kirin.

herwiha bi dehan malbatên deverên rojhilata Helebê ji derbasgeha şêx Seîd li başûra bajarê Helebê ji vî bajarê derketin.

Berî viya erkantiya artêşa Sûriyê ji terorîstan  yên li rojhilata Helebê xwestibû ku bi radestkirina sîlahên xwe bo artêşa Sûriyê, xwe teslîma artêş bikin.

Artêşa Sûriyê ji bo derketina xelkê rojhilata Helebê derbasgehên ewleh û wargehên taybet ji bo mayîna wan li derveyî bajêr berçav girtine.

Beşên rojhilata Helebê li bin kontrola grûpên terorîstî de ne û hêzên sûrî dil hene bi van zûtiyana van navçan bêxin bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu