BehreynNûçeRojhilatanavin

Dewama gireva behreyniyan li ber mala şêx Îsa Qasim

120 roj ji ser gireva behreyniyan li ber mala şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên vî welatî derbas dibe.

 li gorî rapora roja çarşemiyê ya kanala nûçan a El-Minara Lubnanê , greva welatiyên behreynî li ber mala şêx Îsa Qasim li navça  El-Derazê, paytexta Behreynê, Memanê li rewşekê derbasî meha pêncan bûye ku Rejîma  Alê Xelîfe li vê midehê her cure  kiryarên serkutkiriyê xebitandiye.

Di eynî demê de hedefgirtina rûhaniyan û çalakên ku piştgiriya xwe ji şêx Îsa Qasim re ragihandine û betalkirina mafê wî yê welatîbûnê şermezar kirine, her berdewam dike.

Pisrgirêkên li hember azadiya axiftinê li Behreynê girtina  pêşnimêjan û medahan piştî dawiya merasima Aşûrayê ji aliyê Rejîma  Alê Xelîfe tim didome û Rejîma Behreynê banî hejmarek ji wan  kiriye û hin ji wan jî binçav kirine.

Ji aliyê din ve  alimên behreynî li daxûyaniyekê daxwaza bidawîbûna  zilm û zordariya  eşîretî ji aliyê rejîmê û azadiya destxwe ya xetîbên minbera huseynî û destpêkirina  pêvajoya siyasî kirin.

Rejîma Behreynê Hezîrana 2016an  mafê welatîbûnê yê Şêx Îsa Qasim , rûhaniyê şîe yê vî welatî betal kir ku ev kiryara wan  rastî bertekên tund ên  şîeyên Behreyn û Cîhanê hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu