IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama guherînên kabîna El-Ebadî li Iraqê

Berdevkê serokê parlemana Iraqê ragihand ku wezîrên karên hundir û berevaniyê yên vî welatî jî dê biguhere.

Berdevkê serokê parlemana Iraqê, Imad El-Xefacî li gotûbêja tev kanala televîzyoniya El-Hudesa Iraqê bal kişand ser vê yekê ku serokwezîrê Iraqê, Heyder El-Ebadî roja pênşemiyê navên 14 wezîrên pêşniayrî yên xwe ji 16 wezîrên kanîbê raberî parlemanê kiriye û got: Li gorî esla guhertina giştalî ya kanîbê, wezîrên karên hundir û berevaniyê yên Iraqê jî li deh rojên tê dê bigherin .

El-Xefacî bal kişand ser gotinên Heyder El-Ebadî ser mayîna wezîrên karên hundir û berevaniyê li postên wan ji ber rewşa ewlehiyê û ji wî xwest ku ji ber tekezkirina parlemanê ser guhertina wezîrên karên hundir û berevaniyê , navên wezîrên pêşniyariye xwe bo van du wezaretxanan jî raberî parlemanê bike .

Civîna parlemana Iraqê li bara hilkolandina kabîna nû ya vî welatî ku qirar bû duh berêvarê birêve here ma sibê.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder El-Ebadî roja pêşnşemiyê bi raberkirina nijyara kabîna nû ji parlemanê re ragihand ku komîteyeke taybet ji karzanan, kesên hatî nasandin li gorî pisporî, hêjatî û rêveberiyê piştrast kirine . (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu