NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama nakokîyan di navbera endamên DAIŞ`ê da

Duh di navbera têrorîstên DAIş`ê da li bajarê Reqê nakokî derket û hinek ji wan beyeta ligel Ebûbekir Bexdadî serkirdê vê koma têrorîst binpê kirin, bi dû vê yekê di navbera wan da pevçûn derket û hejmarek ji wan hatin kuştinê. Di vî halî da artêşa Sprîyê kontrola hin deverên din li Tedmurê, navend û rojavaya vî welatî xist destê xwe.

Çavkanîyên meydanî ragihandin ku çekdarên bi navê Muhacirên Xerbê ku pirranî welatîyên Tûnisê ne bi giranî li hemberî komên din ên ser bi DAIŞ`ê derketine û bi dû vê nakokîya dijwar nerazîbûna xwe li hemberî serkirdetîya Ebûbekir Bexdadî li vê komê nerazîbûna xwe nîşan dane û ji beyeta ligel wî derketine.

Çekdarên hanê ji ber rewşa jîyana xwe û guhertinên vê dawîyê li nav koma têrorîst a DAIŞ`ê nerazî ne ku di encama pevçûnên roja înîyê ya hefteya buhurî da, 20 têrorîst hatin kuştinê.

Navenda Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê jî li raporekê ragihand ku koma têrorîst a DAIŞ`ê ji dema dagirkirina Sûrîye û Iraqê va, 424 endamên xwe bi tawana sîxorîyê, hewldana jibo revînaq ji komê û hewldana jibo xistina duberekîyê nav vê koma têrorîst kuştine.

Li gorî rapora televîzyona Al-Mayadinê jî, artêşa Sûrîyê duh danê êvarê bi dû pêşdaçûna li parêzgeha Humsê karî ku kontrola devera Sewamiê li bakûra rojhilata Tedmurê û devera Qebebê li bakûra Amirîyê bêxe destê xwe.

Şarê Reqê yê Sûrîyê û hin deverên vê parêzgehê, ji wan deveran e ku ji sala 2013`ê va ji alîyê koma têrorîst a DAIş`ê va hat dagirkirinê û piştî ragihandina qaşo xilafeta Ebûbekir Bexdadî ev bajara wekî navenda xilafeta ku ew idia dike li Sûrîyê hat nasandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu