BehreynNûçeRojhilatanavin

Dewama nerazîbûna gelê Behreynê li dijî rejîma vî welatî

Gelê Behrêynê careka din bi kombûna li ber mala şêx Îsa Qasim li devera Deraz a Menamê, bi hilgirtina wêneyên wî û alaya Behrêynê bi durişmên li dijî rejîma vî welatî, xwestin ku hikmên dadgehê li bara mela, alim û kesayetîyên sîyasî bên ibtalkirinê.

Rêjîma Behrêynê di meha Hezîrana 2016`an da mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim, melayê navdar ê şîe jê istand ango ibtal kir ku ev yeka bû sedema bertekên tund di nava şîeyên Behrêynê û cehanê da.

Kifşkirina hikmên zalimane li dijî gelê Behreynê nemaze melayên vî welatî ku cîgeheke taybet li cem misilmanên Behrêynê hene, bûye sedema nerazîbûna tund a gelê Behrêynê.

Di vî warî da gelê Behrêynê bi hereketên nerazîbûnê ji wan kombûna li ber mala şêx Îsa Qasim yek ji rêvebirên serhildana gelanî ya Behrêynê, nerazîbûna xwe li hemberî hikmên dadgehên behrêynê li dijî neyaran ku berovajî qanûnên navnetewî û menşûra NY ne, nîşan didin.

Eva li halekî ye ku gelê Behrêynê bi grevên berdewam li ber mala şêx Îsa Qasim hewl didin armancên rêjîma hikimdar li vî welatî yên têkildarî dûrxistina şêx Îsa Qasim piştî ibtalkirina mafê wî yê welatîbûnê serê xwe negirin.

Hereketên nerazîbûnê yên gelê Behrêynê nîşan didin ku ew li hemberî komployên rêjîma hikimdar li vî welatî hişyar in. Bê guman tevgerên nerazîbûnê yên biaştî yên gelê Behrêynê li hemberî serkutkirina gel bi şêwazên curbicur, bûne sedema gêjbûn û bêencamîya rêjîma hikimdar di warê bidestxistina armancên xwe jibo rawestandina serhildana gelê vî welatî.

Behrêyn ji Sibata sala 2011`ê va bûye qada nerazîbûna biaştî ya gelê vî welatî li hemberî rêjîma hikimdar. Gelê vî welatî xwazyarê çaksazîyên sîyasî, azadî, dadmendî, nehîştina cihêkarîyê û desthilatdarbûna pergala gelanî li welatê xwe ne lê, rêjîma hikimdar hertim bi tepeserkirinê, bersivê dide nerazîbûnên wan.

Lê dewama berxwedana gelê Behrêynê li hemberî serkutkirina ku rêjîma vî welatî li hemberî gel girtîye ber xwe, pênaseya rêjîma hikimdar zêdetir ji berê aşkira kirîye û beavbûna vê mijarê li asta navnetewî bûye sedema berfirebûna nerazîbûnên raya giştî li dijî vê rêjîma binpêkira mafên mirovan. Ev nerazîbûn giheştin NY jî.

Hêjayî gotinê ye ku NY bi caran rêjîma hikimdar li Behrêynê bi hegera jêistandina mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim da ber lomeyan û ji vê rêjîmê xwestîye ku mafê kombûna biaştî jibo welatîyên behrêynî berçav bigire û sozdarê qanûnên navnetewî li bara mafên mirovan be.

Lê rêjîma hikimdar li Behrêynê bi domandina girtin, tepeserkirin û heta ibtalkirina mafê welatîbûnê yê çalakên behrêynî, gelê vî welatî diêşîne.

Rêjîma hikimdar li Behrêynê nîşan daye ku li cinayetên xwe dijî gelê vî welatî tu sînorekî nas nake. Di vê çarçovê da di van mehên dawîyê girtinên sîyasî, işkencekirin û ibtalkirina mafê welatîbûnê yê neyaran û serkutkirina gel bi awayekî dilgirankir berfire bûne.

Rêjîma hikimdar a Behrêynê bi binpêkirina berfire ya mafên mirovan û serkutkirina daxwazên rewa yên gel, Behrêyn kirîye warek jibo binpêkirina berfire ya mafên mirovan û ev rêjîma li cehanê wekî rêjîmeke bixof û serkutkir tê naskirinê.

Di rewşeke viha da, gelê Behrêynê jî guh nadin fermanên wezareta karên hundur a vî welatî li bara qedexekirina birêxistina her cure xwepêşandan û kombûnekê û nerazîbûnên xwe li deverên curbicur ji wan li Mename paytexta vî welatî nîşan didin. Dewama serhildana gelanî li Behrêynê qeyrana rewabûna ya ku rêjîmê pêrgî wê bûye,  ji berê zêdetir daye xûyanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu