NûçeRojhilatanavinSûriye

Wilayetî: Îran di rêya têkoşîna dijî têrorîsmê de li rex Sûrîyê ye

Elîekber Wilayetî rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li karên navnetewî li Şamê bi Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûrîyê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilabê li karên navnetewî û Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûrîyê li hevdîtina îro pêgirî li ser bihêzkirina hevdengî û rawêjkarîyên di navbera her du welatan de bi merema zêdekirina serketinên mêhwera berxwedanê li hemberî têrorîsmê û piştgirên wê kirin.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilabê li karên navnetewî li vê hevdîtinê got: Komara Islamî ya Îranê di hemî waran de nemaze di warê têkoşîna li hemberî têrorîsmê de yê piştgirîya ji Sûrîyê bidomîne.

Wilayetî her serketinên artêşa Sûrîyê li wezîrê karên derve yê vî welatî pîroz kirin û got: Serketina vê dawîyê ya li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojhilata Sûrîyê, serketina mêhwera berxwedanê li navçê û işkesta plana sînoyîstî-amerîkî û hevpeymanên wan e.

Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûrîyê jî tevî raberkirina raporekê têkildarî serketinên sîyasî û leşkerî yên welatê xwe û mêhwera berxwedanê li azadkirina tam bajarê Dêrezorê got: Sûrîye heta serketina tam li hemberî têrorîsmê û piştgirên wê û vegerandina aştî û istiqrarê li welêt û pakijkirina axa Sûrîyê bi hevkarî û alîkarîya welatên dost û hevpeyman, dê têkoşîna li hemberî vê dîyardeya şûm bidomîne.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilabê li karên navnetewî şeva buhurî piştî kutakirina seredana xwe ya Libnanê derbasî Şam paytexta Sûrîyê bû û biryar e ku bi serokomar û serokwezîrê Sûrîyê re hevdîtinê pêk bîne û here seredana hin deverên vî welatî.

Başa dön tuşu