IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama operasyona li başûrê rojhilatê Mûsilê

Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê karîn navçeya Elî Reş a li başûrê rojhilatê Mûsilê ji destê terorîstan azad bikin. Bi giranbûna êrişên artêşa Iraqê, tê gotin hejmarek ji terorîstên tekfîrî sîyonîstî yên DAIŞ`ê, ji nav navçeyên başûrî yên Mûsilê (navenda parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê) neçar man ku paşda vekişin.

Li başûrê rojavayê Mûsilê jî hêzên gelanî (Heşdî Şebî) yên Iraqê bi pêşveçûna ber bi bajarê Teleferê, zêde ji 20 gund ji bin lepên terorîstan azad bikin.

Di eynî demê de hêzên Pêşmerge jî ragihandin ku ev hêzane ji dema destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê va heya niha 26 gund ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê derxistine.

Çend navçeyên li bakûr û rojhilatê Mûsilê jî duh yekşemiyê bi destê hêzên Pêşmerge ji endamên DAIŞ`ê paqij bûn. Operasyona azadkirina Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê, ji 17`ê Cotmeha îsal dest pê bû ku heya niha zêde ji 500 kîlometreya çarkunc ji navçeyên bakûr û rojava ketine destê artêşa Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu