IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama pêşdaçûna artêşa Iraqê li şerê rizgarkirna Mûsilê

hêzên iraqî roja pêncşemiyê li roja çarem a opêrasiyona azadkirna Mûsilê ji bin kontrola Koma têrorîst a DAIŞ`ê piştî azadkirina navçeya Berteleyê li başûrê rojhilata Mûsilê bi dehan têrorîst kuştin an birîndar kirin.

Hêzên iraqî her viha navenda şaristana El Hemîdiyeyê ya parêzgeha Nêynewayê dorpêç kirin.

Li vî halî hêzên iraqî di dewama pêşdaçûna xwe ber bi bajarê Mûsilê va gihîştin navçeya El Şûreyê li başûrê Mûsilê û niha amade ne ku têkevin vê navçeyê.

Hêzên iraqî her viha berbend û amor û alavên şêrr ên leşkerî yên  DAIŞ`ê li vê navçeyê ji nav birin.

Li vî halî hêzên ewlehiyê yên Iraqê roja pêncşemiyê kontrola gundê Xalidiyê li El Qiyarê li başûrê Mûsilê bi dest xistin.

Fermadetiya opêrasiyona hevpar a hêzên çekdr ên Iraqê jî qala pevçûnên giran di navbera hêzên iraqî û çeteyên DAIŞ`ê li rojhilata Mûsilê kir.

Her viha firokeyên şêrr ên hêza hewayiya artêşa Iraqê navenda fermandetiya koma tekfîî û siyonîst a DAIŞ`ê li Til Eferê li rojavaya Mûsilê dane ber bomban ku hejmarek ji têrorîstan hatin kuştin û gellek ji çek û amorên wan ên şêrr ji nav çûn.

Li êrîşa firokeyên şêrr ên hêza hewayiya artêşa Iraqê li ser gundê Til El Şeîrê li başûrê Mûsilê jî Ezîz Elî ji serkirdeyên koma têrorîst a DAIŞ`ê hat kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu