IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama pêşdeçûna artêşa Iraqê û azadkirina sê navçe li başûrê rojhilata Mûsilê

Li pey pêşdeçûnên artêşa Iraqê li operasyona li dijî terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê sê navçên din li başûrê rojhilata vî bajarî hatin azadkirin.

 Erkantiya ragihandina şer ya Iraqê diyar kir hêzên çekdar ên Iraqê li mêhwera başûrê rojhilata Mûsilê deverên Hey El-Emnê, Şefeq El-Xezrayê û El-Keramê bi tûm azadkirin û li çarçova vê operasiyonê hejmarek ji endamên koma  terorîstî ya  DAIŞ`ê kuştin .

Erkantiya ragihandina şer ya Iraqê roja şemiyê li daxûyaniyekê ragihand: Lehengên Yekîna rawestana li ber terorîzmê îro navçên Hey El-Emn, Şefeq El-Xezra û Şefeq El-Keramê li Mûsilê tam azad kirin û alaya Iraqê ser van navçana bilind kirin.Van hêzana her wiha  kontrola avahiya kevn a radyoya Mûsilê girtin destê xwe. Hêzên ewlehiye Iraqê li dewama operasyona  xwe li başûrê Mûsilê  kontrola banka  lêzanînên DAIŞê li başûrê Mûsilê bi dest xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu