IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina rojhilata Mûsilê bifermî destpê bû

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja sêşemiyê azadkirina rojhilata Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê bifremî ragihand.

 Malpera  nûçan a Sumeriye News`ê li nûçeyeke lezgîn ev mesela ragihand.

Duh jî, wezareta berevaniyê ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku rojhilata Mûsilê tam hatiye azadkirin.

Nivîsgeha serokwezîriya Iraqê vê sibê ev nûçeya  piştrast kir, lê çend deyqan berî niha ji zarê Heyder Ebadî ev nûçeya bifermî hat ragihandin.

Çemê Firatê bajarê Mûsilê bi du beşîn rojhilat û rojava parve dike. Beşa rojhilata Mûsilê beşeke berfireh ji erdên vî bajarî  pêk tîne.

Ednan El-Temîmî serokê konseya  bajarê El-Miqdadiyê got : Hêzên iraqî bi piştgiriya  hêzên Heşdî Şebî operasyona eskerî ya herî mezin li du salên buhurî bi êrişa ser navendên DAIŞê li rojhilata  Beqûbê ya Iraqê destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu