Dewama pêşdeçûna artêşa Sûriyê li Palmîrayê
Hêzên bereya berxwedanê piştî azadkirina çiyayê El-Ameriyê û zeviyên Muhemed Ehmed gihêştin nêzîkî depoyên Palmîrayê û ger ew depo bên paqijkirin hemî navçên ku DAIŞ`ê li du mehên buhurî dagir kiribûn, yê bên azadkirin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars Newsê, artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên berxwedanê li dewama azadkirina navçên derdora bajarê palmîrayê karîn ku bi tesbîtkirina meqerên xwe li çiyayê Amêriyê, kontrola çiyayên stratejîk a Ameriyê li bakurê bajarê palmîrayê tam bigrin destê xwe .
Çiyayên Amêriyê ji rexê başûrî dighêje bajêr û balefirgeha palmîrayê û ji rexê rojhilatê ve dighêje zewîzarên palmîrayê û ji rexê abkurî ve jî dighêje meydana gazê ya palmîrayê û çiyayên bakurî yên wê ji wan çiyayê Mezarê û liv û tevgerên terorîstan li navçên derdora wê rehet tê şopandin û mecala êrişa dubare ya wê bêencam dike .
Hêzên bereya berxwedanê jî operasyona xwe ber bi navçên derdora bakurê Iarqê û rojhilata palmîrayê û balefirgeha ser anvên Biyarê Muhemed Betman û Biyare Cume El-Mutleq destpê dikin.
çavkaniyên meydanî jî ragihandin, zewîzarên Muhemed Ehmed li başûrê balefirgeha palmîrayê jî tam hatiye paqijkirin.
Li rexê bakurê rojava bajarê palmîrayê jî hêzên berxwedanê karîn ku bi tesbîtkirina meqerên xwe li meydana niftê ya Cezelê operasyona xwe ber bi navça Cezelê û çiyayên Hemreyê destpê bikin .
Hêzên pisporê pûçkirina bombeyê jibo pûçkirina bombeyên bicihkirî li meydana niftê ya Cezelê ji aliyê terorîstên DAIŞê ber bi vê meydanê ve çûn.
Hevgavê balefirên cengê yên rûsî û sûrî bi radûkirina endamên DAIÇŞê û meqerên wan li navçeyên Beride, derdora depoyan û gurdana Mehcûrê dan ber êrişan û hejmarek ji wan kuştin.