NûçeRojhilatanavinYemen

Mûşekbarana baregehên siûdiyan li Esîrê

Yekîneya mûşekî ya artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê sipêdeya Pêncşemiyê cihê kombûna çekdarên siûdî li parêzgeha Esîrê ya başûrê Erebistanê da mûşekan.

Yekîneya mûşekî ya artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê ragihand ku bi sê mûşekên Balistîk ên xwecihî ji cûreya “Zilzal 1”, cihê kombûna çekdarên siûdî li parêzgeha Esîrê daye ber êrîşê.

Yekîneya mûşekî ya artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê Çarşemiyê bi şev jî baregeha çekdarên siûdî li Necranê li başûrê Erebistanê bi mûşekeka Balistîk a xwecihî ji cûreya Bedr 1ê dabû ber êrîşê.

Li vê êrîşê 23 çekdarên siûdî hatin kuştin.

Sêşemiyê bi şev jî palavgeh û karzaneya Pêtrokîmiya Kompaniya Neteweyî ya Nifta Erebistanê (ARAMKO) li Cîzanê li başûrê Erebistanê kete ber êrîşa çar mûşekên Bedr 1ê yên Yekîneya mûşekî ya artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê.

Hêza berevaniyê artêş û Komîteyêîn Gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê hema bêje her rojê kûrahiya axa Erebistanê bi mûşekên Balistîk didin ber êrîşê ku ev kiryar wek berteka li hemberî destdirêjiya hevpeymaniya siûdî li ser Yemenê û êrîşa li ser welatiyên sivîl û asayî li vî welatî pêk tê.

Ji ber şerxwaziya Erebistan û hevpeymanên wî welatî dijî Yemenê ku ji meha Adara sala 2015an va dest pê bûye, heta niha bi dehan hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne û bi miliyonan kesî jî mal û warê xwe ji dest dane.

Başa dön tuşu