NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama pêşdeçûna artêşa Sûriyê li Palmîrayê

Hêzên bereya berxwedanê piştî azadkirina çiyayê El-Ameriyê û zeviyên Muhemed Ehmed gihêştin nêzîkî depoyên Palmîrayê û ger ew depo bên paqijkirin hemî navçên ku DAIŞ`ê li du mehên buhurî dagir kiribûn, yê bên azadkirin.

 Li gorî rapora  roja çarşemiyê ya Fars Newsê, artêşa Sûriyê bi alîkariya  hêzên berxwedanê li dewama  azadkirina  navçên derdora  bajarê palmîrayê karîn ku bi tesbîtkirina  meqerên xwe li çiyayê Amêriyê,  kontrola  çiyayên stratejîk a Ameriyê li bakurê bajarê palmîrayê tam bigrin destê xwe .

Çiyayên  Amêriyê ji rexê başûrî dighêje  bajêr û balefirgeha palmîrayê û ji rexê rojhilatê ve  dighêje  zewîzarên palmîrayê û ji rexê abkurî ve  jî dighêje meydana  gazê ya palmîrayê û  çiyayên bakurî yên wê ji wan çiyayê Mezarê û liv û tevgerên  terorîstan li navçên  derdora wê rehet tê şopandin û mecala  êrişa dubare ya wê bêencam dike .

Hêzên bereya berxwedanê jî operasyona xwe ber bi navçên  derdora bakurê Iarqê û rojhilata  palmîrayê û balefirgeha ser anvên  Biyarê Muhemed Betman û Biyare Cume El-Mutleq destpê dikin.

çavkaniyên  meydanî jî ragihandin, zewîzarên  Muhemed Ehmed  li başûrê balefirgeha  palmîrayê jî tam hatiye paqijkirin.

Li rexê bakurê rojava  bajarê palmîrayê jî hêzên berxwedanê karîn ku  bi tesbîtkirina  meqerên xwe li meydana niftê ya  Cezelê operasyona xwe ber bi navça  Cezelê û çiyayên  Hemreyê destpê bikin .

Hêzên pisporê pûçkirina  bombeyê jibo pûçkirina  bombeyên  bicihkirî li meydana  niftê ya  Cezelê ji aliyê terorîstên DAIŞê ber bi vê meydanê ve çûn.

Hevgavê balefirên cengê yên rûsî û sûrî bi radûkirina  endamên  DAIÇŞê û meqerên wan li navçeyên  Beride, derdora depoyan û gurdana  Mehcûrê dan ber êrişan û hejmarek ji wan  kuştin.

Başa dön tuşu