IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama pêşdeçûnên artêşa Iraqê li rojhilata Mûsilê

Hêzên iraqî li dewama serketinên xwe li şerê li hember DAIŞ`ê, nexweşxana Mûsilê xistin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, fermandê leşkirê zirihdar a artêşa Iraqê li operasyona azadkirina  Mûsilê li parêzgeha  Neynewayê ragihand ku piştî giranbûna êrişên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê li dijî grûpa terorîstî ya DAIŞê nexweşxana El-Selamê ya Mûsilê nêzîkî çemê Firatê ji lepên DAIŞ`ê azad bû.

Li gorî gotina Şakir Kazim fermandê iraqî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ev nexweşxaneya wek navenda fermandetiya xwe bi kar dianî. Qonaxa nû ya operasyona azadkirina Mûsilê ji duh destpê bûye.  Piraniya bipêşdeçûna  artêşa Iraqê ji bereya  rojhilata Mûsilê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu