NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama piştevaniya Erebistanê ji grûpên terorîstî yên nav axa Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Erebistanê ji dewama alîkariyên Riyazê ji bo grûpên terorîstî yên nav Sûriyê xeber da.

Li gor rapora ajansa Tesnîmê, Adil El-Cubeyr li press konferansa xwe ya hevpar a duh duşemê tev xanima Fedrîka Mogerînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa ragihand ku em ê piştevaniya neyarên dewleta Şamê bikin.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê bi sergirtî bal kişand ser bêencamiya siyasetên Riyazê li hemberî Sûriyê û got: Krîzek li nav civata navnetewî da heye û ew jî eva ye ku hemû nikarin li ser çareserkirina krîza Sûriyê bi hevra bigehêjin rêçareyekê. Erebistan ji grûpên terorîstî û çekdar yên nav Sûriyê piştevaniya siyasî, eskerî û teblîqatî dike. Ev grûpên terorîstî eva pênc salin ku li nav Sûriyê dest bi cinayetan dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

 

Başa dön tuşu