ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Kuştina hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî li Yextela Yemenê

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li perava rojava ya bakurê Yextelê li parêzgeha Teizê li başûrê rojava Yemenê 15 trimbêlên eskerî yên Erebistanê têk birin û zêde ji pêncî kirêgirtî kuştin an birîndar kirin.

 Li gorî rapora roja îniyê ya El-Alamê, hêzênyemenî roja çarşemiyê jî kelûmelên  cengê yên  kirêgirtiyên  siûdî li bakurê Yextelê dan ber êrişan ku li encama wê çend kirêgirtî hatin kuştin an birîndar bûn.

Hêzên yemenî du mûşekên Gradê ber bi cihê kombûna kirêgirtiyên  destdirêjkar li rojhilata  Kehbûbê li parêzgeha  Lehecê avêtin ku li encama wê hejmarek ji kirêgirtiyên  siûdî hatin kuştin.

Nîşangirên  artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê jî sê eskerên  siûdî nêzîkî gundê Hamizê li parêzgeha  Cîzana Erebistanê dan ber êrişan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu