CîhanNûçe

Serokomarê Fîlîpînê hişyarî da Donald Trump

Serokomarê Fîlîpînê li ser xwetêkilkirina li karûbarên navxweyî yên Fîlîpînê, hişyarî da serokomarê Amerîkayê.

Li gorî rapora IRNA`yê, (Rodrigo Duterte) Rodrîgo Dotêrête, serokkomarê Fîlîpînê, roja pêncşemiyê ragihand, eger Donald Trump, li sefera xwe ya Fîlîpînê ku wê bi vê zûtî pêk were, bi mihaneya binpêkirina mafên mirovan dijî welatiyên vî welatî, wî bêxe ber niqaşê, wê li hember wî bisekine.

Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, li dewama sefera xwe ya welatên rojhilat û başûrê rojhilata Asyayê, biryar e 12`ê Mijdarê seredana Fîlîpînê bike û bi serokkomarê vî welatî re gotûbêj bike.

Serokkomarê Fîlîpînê, ber çûyîna bo Wiyêtnamê, herwiha got, mafê tu kesî nîne ku xwe têkilî karûbarên navxweyî yên Fîlîpînê bike.

Dotêrête ku sala dudiyan a serokoartiya wî ye jiber siyasetên xwe yên li sekinîna li hember madeyên narkotîk ku bûne sedema mirina di navbera 8 heya 12 hezar kesî, ji aliyê civaka navneteweyî ve ketiye ber rexneyan, lê wî bêyî ku bala xwe bide ser van rexneyan, wan bi xwetêkilkirina li hakimiyeta neteweyî ya vî welatî re tawanbar kiriye.

Serokkomarê Amerîkayê,m li sêyemîn qonaxa sefera xwe ya 12 rojî bo pênc welatên li rojhilat û başûrê rojhilata Asyayê ku ji welatên Japonya, Koreya Başûr, Çîn, Wîyêtnam û Fîlîpînê digire ber xwe, duh çarşemiyê derbasî Pêkena paytexta Çînê bû.

Başa dön tuşu