IraqNûçeRojhilatanavin

Serketina li hemberî grûpa terorîst a DAIŞ`ê garantîya ewlehiya cîhanê ye

Ibrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li hevdîtina tev Corc Bastîn nûnerê sekretirê giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî li Bexdayê, ji vê saziyê xwest ku piştî azadkirina Mûsilê ji destê grûpa terorîst a DAIŞ`ê, alîkariyên mirovdostane bo xelkê Iraqê zêdetir bike .Corc Bastîn jî bal kişande ser piştevaniya Rêxistiya Netewên Yekgirtî ji Iraqê û xebata vê saziyê bona dabînkirina alîkariyên mirovdostane bo xelkê vî welatî li şerê dijî terorîstan û pesna serketina hêzên iraqî li şerê dijî terorîstan da.

Iraq û Sûriye du welat in ku li bereya şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê ne.

Grûpa terorîst a DAIŞ`ê ji sala 2014`an va birek ji navçên Iraqê dagîr kirine.

Birek ji terorîstên ku li nav axa Iraqê cinayetan dikin ji welatên rojavayî ne.

Terorîstan xêncî axa Iraqê birek ji navçên Sûriyê jî dagîr kirine.

Helbet xêncî cinayetên terorîstan li nav axa Iraq û Sûriyê, terorîstên DAIŞ`ê bo Ewrûpa û Amerîka jî wek gefek tên hisabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu