NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama şer û pevçûnan di navbera artêşa Sûriyê û terorîstan da

Li dewama şer û pevçûna di navbera artêşa Sûriyê û terorîstan da, navçeyeke din li bakûra rojavaya vî welatî ji destê terorîstan azad bû.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn, Li dewama şer û pevçûna di navbera artêşa Sûriyê û terorîstan da, navçeya Remliye li parêzgeha Hemayê li bakûra rojavaya vî welatî ji destê terorîstan azad bû û bi vê qirarê ewlehiya riya Hema bi Selmiyê jî hate dabînkirin.

Grûpa terorîst a Cibhetul-Nusrehê ev navça dagîr kiribû.

Piştî azadbûna navça El-Remliye, îdî riyên alîkarî gihandina bi grûpên terorîstî li Humsê li rojavaya Sûriyê hatiye qutkirin.

Gor nûçeyekî din ji Sûriyê, terorîstên Ceyîşul-Feth 30 mûşek avêtine nav bajarên dorpêçbûyî yên Fûei û Keferyayê li parêzgeha Udlibê li bakûra rojavaya vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu