AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Dewama xebata şîrketên almanî li Îranê tevî hebûna zextên Emerîkayê

Amarên odeya bazirganiyê û pêşeyên Almanyayê nîşan didin ku şîrketên vî welatî tim xebata xwe li bazara Îranê didomînin.

 Folker Trayer, serokê beşa navneteweyî ya  odeya bazirganiyê û pêşeyên  Almanyayê li gotûbêja bi ajansa DPA a vî welatî got: Boykotên Emerîkayê bandor kiriye ser danûstandinên aborî yên şîrketên  biyanî bi Îranê re lê 60 şîrketên almanî her tim hizûra xwe li Îranê didomînin.

 Li gorî amaran, asta derfirotina Almanyayê bo Îranê li mehên Çille heya Adara 2019`an, 339 milyon Euro bûye.

  Mekîne û alavên  mekanîkî, teşkîlatên ceribîngehê û elektronîk û berhemên  pêşeyî ji wan berhemên  optîk û trimbêlan, kelûmelên  firotî yên Almanyayê bo Îranê ne.

 Karzan, dewama xebata bi dehan şîrketên almanî li bazarên  Îranê tevî boykotên Emerîkayê, nîşanek ji işkesta siyaseta Waşengtonê bona qutkirina hevkariya şîrketên  derve bi Îranê re dizanin.

Başa dön tuşu