IraqNûçeRojhilatanavin

Êrişa xwekujîyê li Beleda Samerayê, 35 kuştî û 65 birîndar hene

Koma têrorîst a DAIŞ`ê vê sibê bi hêzên xwe yên xwekuj êrişeke giran li tirba Seyîd Mihemed li bajarê Beled ser bi Samerayê pêk anî ku l igorî agahîyên destpêkê di encamê da 35 zîyarekir hatine kuştinê û 65 kes jî birîndar bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, destpêkê 2 xwekujan piştî pevçûna li hemberî hêzên ewlehîyê li derdora tirbê xwe teqandin û paşê xwekujê sêyem xwe teqandin.

Heta niha bilî sê xwekujên ku xwe teqandine, hêzên ewlehîyê 2 xwekujên din jî girtin û qawûşên teqandinê yên bi wan re jî pûç kirin.

Bi dû vê êrişê, hêzên seferberîya gelanî ango Heşdi Şeibî bilez ber bi navçê va hatin şandinê û niha rewş di bin kontrola hêzên ewlehîyê da ye.

Walîyê Selahedînê Ehmed Cibûrî jî hêzên ewlehîyê jibo alîkarîyê bidin hêzên li cîyê bûyerê li Beledê vexwendin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu