AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Dewleta Iraqê gaza sirûştî ya Îranê dikire

Dewleta Iraqê biryar da ku zêdetir gaza sirûştî ya Komara Islamî ya Îranê bikire.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, dewleta Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku qebûl kirîye gaza xwezayî ya Îranê bikire û veguhêze parêzgeha Dîyale li rojhilata Iraqê.

Bi vê biryara dewleta Iraqê, kirîna gaza Îranê ji hêla Bexdayê ve zêde dibe. Komara Islamî ya Îranê di meha Hezîranê de derfirotina gazê bo Iraqê destpê kirîye.

Berî vîya, Îran û Iraqê wek du welatên endamê Sazîya Welatên Firoşerên Niftê (OPEC), di sala 2013`ê de rêketinameyeke di warê gazê de wajo kirin.

Bilî vîya, Bîjen Zengene wezîrê nifta Îranê di 30`yê Mijdara îsal de li rex 173`yemîn civîna OPEC`ê li Vîyenê, basa wajokirina Soapa (veghortin) nifta xav a Kerkûka Iraqê di pêşerojeke nêzîk de kir.

Wezîrê niftê yê Îranê got: Digel wezîrê nifta Iraqê li rex civîna OPEC`ê têgiheştinameyek hat wajokirinê ku Îran yê nifta Iraqê li Teng Fenî ya Loristanê wergire û yê paşê Soap bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu