NûçeRojhilatanavinSûriye
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê topbarankirina gundên bakurê Sûriyê didomîne
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2022/11/tirkiye.jpg)
Hêzên Tirkiyê îro jî gundewarê bajarokê Zirganê li bakurê Sûriyê û herêmên kurdî topbaran kirin.
Hatiye ragihandin, gundê Dada Ebdal ê li bakurê Zirganê û gundê Til Werd ê li başûrê Zirganê bi çekên giran tên topbarankirin.
Derbarê encama topbaranên ser wan her du gundan û zirarên canî û maddî yên muhtemel de ti zanyarî nehatine bidestxistin.