LubnanNûçeRojhilatanavin

Dewletê terorîst Emerîka fermandarê Hîzbûllahê tevlî lîsteya terorê kir

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yek ji fermandarên Hîzbûllaha Lubnanê Heysem Ali Tabatabai tevlî lîsteya terorîstên kureyî kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat diyar kirin ku ev kesê ku wek Ebu Ali Tabatabai jî tê zanîn, ji ber ku ji bo ewlehiya welatiyên Amerîkayê, ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê  û ji bo polîtîkaya derve û aboriyê xeternak e, tevlî lîsteya terorîstan hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku mal û milkê Tabatabaî hatiye bloke kirin û da zanîn ku danûstendina û karkirina welatiyên Amerîkayê ya bi vî kesî re jî hatiye qedexe kirin.

Li gorî daxuyaniyê Tabatabaî yê ku berê fermandariya hêzên taybet ên Hibûllaha Lubanê dikir, niha li Yemenê ye û li Yemen û Sûriyeyê xebatên perwerdehî, malzeme û peydakirina endaman ji bo Hîzbûllahê dimeşîne. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku ji xeynî Tabatabî 4 kes û saziyeke din ên ku piştgiriya Hîzbûllahê dikin, ji aliyê Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ve tevlî çarçoveya mueyîdeyan hatine kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu