ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Di beyanameya civîna Meclisên Asyayê cinayeta Alê Siûd ya kuştina Xaşiqcî şermezar bû

Seroka desteya parlemanî ya Meclisên Asyayê li beyanameykê cinayeta kuştina rojnamevanê nirxankarê rejîma Siûdî li Stenbolê bi dest vê rejîmê şermezar kir.

Seroka desteya parlemanî ya Meclisên Asyayê Seyde Fatime Zulqedir li hevpeyvîna bi ISNAyê re got: Li beyanama Meclisên Asyayê terorîsm li Asya û cîhanê û cinayeta kuştina Xaşiqcî bi destê rejîma Alê Siûd û cinayetên vê rejîmê li Yemenê şermezar bûne û ji civaka cîhanî hatiye xwestin ku alîkariya xelkê Yemenê bikin û ji wan re tiştên pêwîst dabîn bikin. Herwiha li vê beyanamê de li ser parastina yekperçetiya axa Filistînê û bi fermî naskirina wê hatiye sekinîn û ji welatên Asyayî hatiye xwestin ku pêwendî û hevkariyên xwe yên siyasî, aborî û çandî zêde bikin û rê li ber yekalîxwazîû zêdexwaziyê bigirin.

Zulqedir desnîşan kir ku pêşniyara Îranê ya derheq bandora xirab a yekalîxwazî û siyasetên zorbêjane ser  pêşketina civakan û sekinîna ser hevgirtina aborî ya Asyayê  wek mêhwer û mijara pêşketin û geşatiya vê parzemînê li beyanama Civîna 11-an ya Meclisên Asyayê li Stenbolê de hatiye qeydkirin.

Wê herwiha got Îranê nehêşt li beyanama Civîna 11-an ya Meclisên Asyayê li Stenbolê xalek li bara bifermînaskirina Îsraîlê were weşandin.

Başa dön tuşu