IraqNûçeRojhilatanavin

Meclisa Iraqê roja duşemiyê wê serokomar bibijêre

Parlimana Iraqê roja duşemiyê wê serokomar bibijêre.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê El Minarê, Meclisa Iraqê roja Duşûemiyê, kesekî jibo posta serokomartiya vî welatî kivş bike ku li gorî qanûna siyasî ya Iraqê, ev posta ji sala 2005`ê ve di destê Kurdan da bûye.

Mihemed El Helbusî, serokê Meclisa Iraqê, roja Pêncşemiyê ragihand: 329 parlimenterên Iraqê ku di meha Gulanê de hatine bijartin, divê kesekî ji nava heft berendamên posta serokomartiyê bibijêrin.

Ji kesên herî berbiçav ên berendamên serokomartiya Iraqê, Berhem Salih, seokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê û Fuad Hisên, serokê berê yê ofîsa serokatiya Herêma Kurdistanê ne.

Hevhatina di navbera Yekîneya Niştîmanî ya Kurdistana iraqê (YNK) û Partya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de heye ku serokomartî para YNK be û serokatiya Herêma Kurdistanê ya PDK`ê.

Başa dön tuşu