CîhanEwropaNûçe

Bazirganê libnanî navaroka peredayîna bo Sarkozy eşkere kir

Bazirgan Zîad Takîeddîne ku bi eslê xwe libnanî ye ragihand ku 5 milyon Euro ji Serokomarê bere yê Fransayê Sarkozy re ji Libyayê biriye û naveroka hevdîtinê parve kir.

Li gorî nûçeya France Infoyê Sarkozy gotibû ku di dema tê gotin bi bazirgan Tshîeddîne re hevdîtin pêk aniye li derve yê welatê bûye. Li ser vê yekê Takîeddîne gotiye, “Ew (Sarkozy) li wir bû û min pê re hevdîtin pêk anî. Wî bavulê hilda, danît kêlekê, heta xwest pere jî hijmêre.”

Takîeddîne destnîşan kir ku ji bo îdiaya xwe piştrast bike ku ofîsa xebata Sarkozy li wezareta karên derve ku wê deme lê kar dikira terîf bike û got: “Ew derewkere. Min li daîreyê pê re hevdîtin pêk anî, du car. Min li Libyayê jî carek pê re hevdîtin pêk anî. Piştre jî min li hizûra Guean (fermangeha hilbijartinê ya serokatiya Claude) du car hevdîtin pêk anî. Şahidê hevdîtinê jî ku wê deme li wir bûn hene.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu