FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Di encama êrişa leşkerên sîyonîst 431 filistînî duh li Zîvala Gazeyê hatin birîndarkirinê

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê ya Fiilstînê şeva buhurî ragihand ku 431 filistî duh di şeşemîn înîya meşa mezin a Mafê Vegerê li Zîvala Gazeyê de birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Eşref Qedre bi bîr xist ku di nava birîndaran de gellek jin û zarok hene. Çavkanîyên nexweşxanan li Filistînê ragihandin ku rewşa 3 birîndaran xedar e.

Meşa biaştî ya Mafê Vegerê ji 30`yê Çilleya buhurî ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gazeyê destpê bûye û didome.

Ji 30`yê Çillê va heta niha, 50 filistînî di encama êrişa leşkerên sîyonîst ser pişkdarên vê meşê da şehîd û zêde ji 7 hezar kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu