EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Di encama êrîşa xwekujiyê li Kabulê de herî kêm 61 kes mirin

Li paytexta Afganistanê, Kabulê di dema xwepêşandana Hezareyên şîe de êrîşa xwekujî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 61 kesan jiyana xwe ji dest dan û 207 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Afganistanê Kabulê bi hezaran Hezarenan ji bo ku xeta elektrîkê ya wê di herêmên wan re bên derbaskirin xwenîşandana protestoyê pêk anîn. Di vê heynê de êrîşa xwekujî pêk hat.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Afganistanê Ismayîl Kawousî daxuyanî da û got ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 61 e û ya birîndara jî gihiştiye 207 kesan.

Rayedaran diyar kir ku 3 xwekuj li qadê bûne û yekî ji wan bombeyê li ser xwe teqandiye. Yek ji wan bi ser neketiye û yê din jî ji hêla polîsan ve hatiye girtin û bombeya wî hatiye jikarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu