ÎranNûçeRojhilatanavin

Serketina sîstimên mûşekî yên Mêrsad û Ya Zehra ya 3`an li meşqa Esmana Wilayetê

Li duyemîn roja meşqa berevanên Esmanî ya Wilayeta 3`an, sîstimên mûşekî yên Mêrsad û Ya Zehra (s) ya 3`an biserketî xebitîn.

Emîr Ebas Ferec Pûrelemdarî, berdevkê meşqa Berevanên Esmanê ya Wilayeta Heftan, roja sêşemiyê got: Li duyemîn qonaxa vê meşqê, di çarçoveya bihanîna sênaryoyên ji pêşvekifşbûyî, bi êrişa hewagerên dijminan ser avahî û binavahiyên hestyar ên navçeya başûrê Îranê, sîstimên mûşekî yên li nizmatiya kêm û navîn ên pêgeha berevaniya hewayî ya Xatem Ul Enbiya (S) ya artêşa Îranê, bi awayekî serketî ewna rûxandin.

Emîr Ferec Pûrelemdarî herwiha got: Sîstimên xwecî yên mûşekî yên Mêrsad û Ya Zehra (S) ya 3`an, bi cihanîna operasyona kivşkirin û şopandinê, balafirên êrişker ên dijmin dan ber mûşekên xwe.

Berdevkê meşqa Berevanên Esmanê ya Wilayeta heftan, destnîşan kir: Zêdekirina asta kivşkirin, pevçûn û diqeta jorîn a li jinavbirina armancê bi pêkanîna guhertinên sîstimî û elekterornîkî yên nû li sîstimên mûşekî yên Mêrsad û Ya Zehra (S) ya 3`an li heftemîn meşqa Berevanên Esmanê ya Wilayetê ji aliyê karzanên hêzên çekdar ên Îranê ve hatin nirxandin.

Meşqa hevpar û seranserî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê û Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ser navê Berevanên Esmanê ya Wilayeta Heftan, roja duşemiyê li navçeya giştî ya başûr û başûrê rojavaya Îranê dest pê bû. Ev meşqa wê jibo mideha pênc rojan were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu