IraqNûçeRojhilatanavin

Di encama teqîna li El Keradeya Bexdayê de, 7 kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn

Di encama teqîneka terorîstî ya ji aliyê endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê de li nexweşxaneyekê li el Keradeya Iraqê, zêde ji 20 kes hatin kuştin.

Di encama teqîneka terorîstî ya ji aliyê endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê de li nexweşxaneyekê li el Keradeya Iraqê, zêde ji 20 kes hatin kuştin.

Endamên terorîst cinayetên xwe yên hovane ser xelkê bêberevan ê Iraqê didomînin û her wekî ber welatiyên vî welatî dikujin.

Li gorî vê raporê, îro sêşemiyê trombîleka bombekirî li nexweşxaneya Ebdulmecîd a li navçeya El Keradê ku ketiye Bexdaya paytexta Iraqê, teqiya ku di encama wê de çend kes bûn gorî.

Bi dû teqîna terorîstî ya li vê nexweşxaneyê, heft welatiyên iraqî hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn. Koma terorîst a DAIŞ`ê bi weşandina daxuyaniyekê, berpirsyariya vê karê teorîstî girte ustiyê xwe.

Hêjayî gotinê ye ku endamên terorîst ên DAIŞ`ê li van mehên vê dawiyê jî bi caran navçeya El Keradê dabûne ber êrişên xwe yên hovane ku di encama wan êrişan de, bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bibûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu