AsyaCîhanEwropaNûçe

Di erdheja Behra Egeyê da ji Yewnanîstanê 2 kes mirin

Li erdheja Behra Egeyê ya ku nêzîkî perava Muglayê bi lerza 6,3yan çêbû da li girava Îstankoyê 2 kes mirin. Hat rgaihandin ku ji wan yek Tirk e.

Yorgos Hacimarkosê Waliyê Eyaleya Başûrê Egeyê daxuyand ku di encama erdhejê da li girava Îstankoyê 2 kes mirine. Hacimarkos got ku ji wan yek Tirk e û 30 salî ye yek jî xelkê Swêdê ye û 20 salî ye.

Hacimarkos got ku di erdhejê da 120 kes jî birîndar bûne û ji wan rewşa 5an jî giran e.

Piştî erdhejê seferên behrê yên giravê ji ber zirara ku keştigehê zira ditîbû hemû hatin betalkirin. Lê balafirgeh dixebite.

Xebatên tespîtkirina zirara erhej û xilaskirinê didomin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu