ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran bi dû dabînkirina aramî û aştîyê li herêmê ye

Sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê got: Îran li gorî helwesta ku li meydan û warên curbicur ji wan li têkoşîna dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê hebûye, bi dû dabînkirina aramî û aştîyê li navçê ye.

Mohsin Rizayî sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê îro bi gotina vîya ku Têhranê li sîyaset, ewlehî û berevanîyê pêngavên bilind rakirine, dîyar kir: Hêza leşkerî ya Komara Islamî ya Îranê li herêmê û dinyayê giheştîye wê astê ku fermandeyên îranî rawêjkarîyên serbazî raberî welatên curbicur dikin.

Sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê bi şirovekirina pîvanên dîplomasîya inqilabî got: Di vê cura dîplomasîyê da li cihekê nermbûna qaremanane û li derek din sîleyeke qahîm li hemberî dijminê destdirêjker pêwîst e.

Rizayî herwiha bal kişand ser şîyanên berevanîyê yên Îranê nemaze li beşa mûşekî û pêkutî kir: Birra mûşekên Îranê ji 2 hezar kîlomêtran derbas bûye û ev şîyana divê bi awayek berdewam jorda here.

Sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser pêşketinên leşkerî yên Iraqê li şerê dijî DAIŞ`ê jî û got: Di hefteyên pêşda yê Mûsila Iraqê tam ji lepên DAIŞ`ê bê azadkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu