CîhanMafên MirovanNûçe

Di êrîşa li ser Kilîseyeke Borkînafasoyê 6 kes hatine kuştin

Çend kesên çekdar bi êrîşa li ser kilîseyekê li bakurê Borkînafasoyê şeş kes ji wan keşeyek kuştin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya reutersê, Rêmî Fûlgans danjinû (Remy Fulgance Dandjinou) berdevkê dewleta Borkînafasoyê ragihand ku ev êrîş piştî lidarxistina rêûrisma mezhebî li kilîseyeke Xrîstyaniyn protestan li bakurê vî welatî pêk hat û pênaeya hokarên wê hîn nehatiye ragihandin.

Remy Fulgance Dandjinou her wiha got: Êrîşker iştî kuştina van şeş kesan ber bi sînorên bakurî yên Borkînafasoyê û welatê Maliyê va reviyan.

Li gorî vê raporê, 499 welatiyên sivîl di şer û pevçûnên cûrbicûr li Borkînafasoyê ji Mijdara 2018an va heta Adara 2019an hatine kuştin.

Başa dön tuşu