NûçeFilistînRojhilatanavin

Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Şerîeya Rojava de şehîd û birîndar hene

Li nêzî gundê Beytîn ê li bakurê rojhilatê Ramallahê yê Şerîeya Rojava ya dagirkirî, Filistînîyek ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat gulebarankirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî welatiyekî di ketina gundê Beytîn de li nêzî benda kontrolê ya leşkerî ya “Beyt El” a ku li ser erdên bajarê El-Bireh hatibû avakirin, ji aliyê dagirkeran ve hate kuştin.Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên dagirker hebûna xwe ya li nuqteya kontrolê û derdora wê zêde kirin, wesayîtên welatiyan sekinandibûn, derbasbûna wan asteng kirin û nasnameyên wan kontrol kirin.

Ji aliyê din ve hêzên mezin ên artêşa dagirker li herêma rojhilatê Nablusê ya li bakurê Şerîeya Rojava dagîr kirin.

Li gor jêderên xwecihî li deverê, heta niha zêdetir ji 50 otombîlên serbazî ji bilî hêzeke leşkerî ya mezin, di vê navberê de li rojhilatê Nablusê, li derdora kampa Balata ya penaberan û tirba Ûsif êrîş dikin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku artêşa dagirker yekîneyên sekvanan li derdora Mezara Yûsif û Kolana Emmanê bi cih kirine.Û balafirên bê mirov bombeyên dûman û deng avêtin ber deriyê kampa penaberan a Balata.

Heman jêderan amaje bi wê yekê jî kirin ku hêzên destdirêjker li kolana Emmanê rastî teqîna fîşekên berxwedêrên Felestînî hatin.

Başa dön tuşu