EfxanîstanNûçeRojhilatanavin
Di girtîgeha Herata Efxanistan de herî kêm 8 girtî hatin kuştin

Li Efxanistanê di girtîgehekî de şer û alozî derket, herî kêm 8 girtî hatin kuştin.
Li gorî raporta BBC, şeva borî li girtîgeha navendî ya bajarê Herat yê Efxanistanê, di navbera girtiyan û gartîgehvanan de şer û alozî derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm 8 girtî hatin kuştin û 12 gartîgehvan û girtî jî birîndar bûn.
Bi gotina hinek çavkaniyan, girtiyan ji ber reftarên xirab yên berpirsên girtîgehê îsyan kirine û dema gartîgehvan hewla serkutkirina wan dane, şer derketiye.
Di girtîgeha Heratê de derdora 3 hezar girtî hene. Avahiya wê gelekî kevn û biçûk e.