FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Di girtîgehên Îsraîlê de 350 zarokên filîstînî hene

Komeleya Kulûba Dîlên Filîstînî ji ber “20ê Mijdarê Cejna Cîhanî ya Zarokan” daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ji cotmeha 2015an vir ve girtîgehên Îsraîlê de 350 zarokên filîstinî hene û ji van 12 keçik in.

Hat gotin ku Îsraîl bi guleyan ve êrîşî zarokan dike, wan tî û birçî dihêle, tundiyê û zorê li wan dike, wan ditirsîne û zorê li wan dike ku ew îfadeyê bidin û bibin îtîrafkar.

Komeleya Kulûba Dîlên Filîstînî diyar kir ku ev tevgerên Îsraîlê sûc in.

– Ji bo zarokan cezayên hepsê yên 10 salan zêdetir tên dayîn

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dadgehên Îsraîlê der barê zarokan de cezayên hepsê yên 10 salan zêdetir an jî cezayê muebetê didin, zarok di girtîgehên Ofer, Meggîdo û Haşaronê de tên girtin.

Tê gotin ku di girtîgehên Îsraîlê de 7 hezar filîstînî hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu