CîhanEwropaNûçe

Li Japonya ji ber germahiya zêde 80 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Japonya ji serê heyvê ango 9-22 Tîrmehê heta naha ji ber germahiya zêde 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya ku di ajansa rêvebiriya agir û karesatê de hat dayîn de, hat diyar kirin welat di dîroka xwe de rojên herî gerim jiyan kirin û di nava 13 rojan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî jî gihîştin 80 kesan.

Di welat de ji 30 hezar kesî zêdetir ji ber germahiya zêde nexwaş ketine û têne derman kirin.

Saziya meteorolojiya Japonya roja çarşemê pileya germahiya hewaya bajarê Kugayama ya li bakûrê paytext Tokyo yê weke 41,1 pîva bû û di welat de “Karesata xwezayî” ragehandibû.

Herwaha li Japonya di serê heyvê de di lehiyên ku barana zêde bibû sedem de 222 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Başa dön tuşu