EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Di nav Gef û Êrîşên Hovane bi Milyonan Afganî Dengên Xwe Didin

Hat ragihandin ku hilbijartinên parlemana Afganistanê li dirêjiya îro Şemiyê rastî gelek êrîşan hat, li gel beşdarbûna bi milyonan welatî di proseya dengdanê de.

Tevgera Talîban huşdariyên xwe dubare kirin li dor êrîşkirina bingehên dengdanê, lê tevî van huşdariyan xelk li malên xwe neman û derketin ji bo dengdanê.

Bêhtirî 2,500 kandîd hewil didin 249 kursiyên parlemanê wergirin.

Di nav kandîdan de 400 jin hewil didin 68 kursî wergirin ku ji bo jinan hatine terxankirin.

Rawêjkarê ewlekariya niştimanî ya Afganistanê Hamdullah Mohib ji beşê Afganî yê Dengê Amerîka re got Talîban hewil dide diyar bike ku Afganî nikarin bi tenê xwe van hilbijartinan birêve bibin, lê diyar bû ku ew şaş in , li gor Mohib.

Başa dön tuşu