IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyarîdayîna NY li bara rewşa giran a niştecihên rojavaya Mûsilê

NY îro li bara rewşa giran a niştecihên rojavaya Mûsila Iraqê ku hela di bin lepên têrorîstên DAIş`ê da ye, hişyarî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Lîz Grand hevdengkera pilebilind a NY li Iraqê got: Niha nîvê navendên rojavaya Mûsilê hatine girêdanê û ev devera di dorpêça hêzên iraqî da ye. Koma têrerîst a DAIŞ`ê jibo ku bikaribe welatîyên iraqî wekî mertala insanî li hemberî êrişên hêzên iraqî bi kar bîne, bi zext û zora ser wan, pêşîya derketina welatîyan ji deverên rojavaya Mûsilê digire.

Li gorî raporan, endamên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê parvekirin û kontrola gellek xwarin û vexwarinê li vê deverê girtine destê xwe.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Iraqê jî îro ragihand ku 149 hezar zarokên iraqî li deverên di bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê da pêrgî xelayê bûne û ihtimala jordaçûna hejmara mirina zarokan zêde ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu