IraqNûçeRojhilatanavin

Di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî xristiyan û asûrî li Mûsilê li dijî DAIŞê şer dikin

Operasyona rizgarkirina Mûsilê bi serpereştiya leşkerên artêşa Iraqê berdewam e. Herwiha di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî, xristiyan, asûrî, elewî, şebek û ji neteweyên din derdora 120 hezar milis hene û di operasyona Mûsilê de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê mil bi mil şer dikin.

Fermandarê kurd ê sunî Hayat Kazim ku ev demeke dirêj e di nava Heşdî Şebî de li hemberî DAIŞê şer dike ji Spûtnîkê re got: “Li Beşiriyê, li Satirê li hemberî DAIŞê min pir şer kir û niha jî ez tevlî operasyona Mûsilê bûme. Di nava vê rêxistinê de hemû neteweye hene û armanca me em Iraqê ji DAIŞê paqijbikin. Di heman demê de ez kurdekî sunî me. Heşdî Şebî di operasyonan de tu zilm û zordarî nekiriye berovajî vê alîkariya wan dikir. Bi rastî ku rêxistin zilm li suniyan bikir abi hezaran sunî di nava wê de cih nedigirtin.”

Fermandarê xristiyan Necale Keleş ku ew jî di nava Heşdî Şebî de cih digire got: “Hinek saziyên çapemenî radigihînin ku di nava Heşdî Şebî de tenê milîsên şîe hene, lê ev yek nerast e û rastiyan nîşan nade. Dibe di nava rêxistinê de milîsên şîe pir zêde bin, lê kurd, sunî, xristiyan, asûrî û neteweyên din jî hene. Rêxistinê ku di nava xwe de cudahî bikira em di nava wê de nediman. Ez mirovi xristiyan û tucarî rastî dubendî û cudatiyê nehatime. Me wekî Heşdî Şebî gelek gundên xristiyanan rizgar kirin.”

Nezam Koleyê asûrî jî ku ew fermandarekî Heşdî Şebî ye di axaftina xwe de got: “Daxwaza me welatekî laîk, demoratîk û Iraqeke azad e û em ji bo vê armancê şer dikin. Heşdî Şebî ne ji bo tu kesî ji bo welatê xwe şerê rêxistina terorîst a DAIŞê dike û cudahiyê naxe nava tu kesî. Di tekoşîna dijî terorîstên DAIŞê de ji her hêlê şehîd hene. Me asûriyan ji desthilatiya Sedam Hiseyn pir êş û ded kişand, herwiha DAIŞê jî heman zil mli asûriyan kir. Ji hemû nîjad û mezheban însan hene û em bi hev re şerê DAIŞê dikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu